Rêveberiya Xweser alîkariyên erdhejê vekişand

17-02-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Erdhej Alîkarî Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku piştî ku Tirkiye destûr neda karwana alîkariyê ku 9 roj in li tê sekinandin, paşde vekişandiye.

Hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser piştî erdhejê di 8ê Sibatê de 30 tankerên sotemeniyê û 20 barhilgirên alîkariyên mirovî amade kirine.

Li gorî çavkaniyên nêzikî Rêveberiya Xweser, ji bo ku alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê hewldan hatine dayîn lê Tirkiyê destûr nedaye, şandên navdewletî hewl dan navbeynkariyê bikin, lê dîsa jî ti encam nehatine bidestxistin.

Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser piştî 9 rojan karwana alîkariyê ya li Deriyê Um Cîlûd a Minbicê li dihat sekinandin, vekişand.

Wezîrê Derv yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di 14ê Sibatê de di derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû û tê de gotibû “Ne mimkûn e ku Tirkiye li herêmên di bin kontrola PKK û YPGê de (li Sûriyê) deriyên sînorî veke. Divê ev herdu ji hev bên cudakirin. Eger ew welatên Ewropayê dixwazin werbigrin, bila biçin, ji Sûriyê werbigrin û bibin welatên xwe.”

Hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser dixwaze alîkariyê bişîne Bakurê Rojavayê Sûriyeyê bi taybet Efrîn û navçeyên wê yên ku ji ber erdhejê wêran bûne.

Li gorî nûçeya North Press Agency (NPA), Hevserokê Birêveberiya Sotemeniyê ya  Rêveberiya Xweser Sadiq Mihemed El-Xelef piştrast kir ku alîkarî paşde hatine kişandin.

Di heman nûçeyê de di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a têkildarî biryara vekişînê de hat gotin “Ji ber israra Tirkiyê û çeteyên wê yên ji bo siyasetkirina mijarên mirovî li ser hesabê qurbaniyên bêçare, karwan paşde vekişiya.

Herwiha NPAyê ragihand ku alîkarî ji aliyê "komên mûxalîf" ve hatine redkirin.

Li Sûriyeyê erdhejê bi taybetî bandorê li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên di bin kontrola Tirkiyeyê de û bajarên di destê rêveberiya Şamê de ne kir.

Bajarên ku herî zêde erdhejê bandor lê kirine Laziqiye, Idlib û Efrîn in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst