Li Meletiyê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Darendeyê parêzgeha Meletiyê bi hêza 3.8 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Darende yê ya Meletiyê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 21:57an çêbûye û hêza wê 3.8 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 11.94 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.