Li Wan, Colemêrg û Bedlîsê ji ber berfê gelek rê hatine girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber hewaya ne baş di çûn û hatinê de astengî çêdibin.
Wan
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku ji ber berf û bagerê rêya 8 wargehan girtî ye.
Tîmên berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Li navçeya Xawesorê (Payîzava) jî mijeke zêde heye.
Ji ber ku mesafeya dîtinê li kêm bûye, şofêr di çûn û hatinê de zehmetiyan dikişînin.
Colemêrg
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî berfeke xweş ketiye.
Tîmên Birêvebiriya Taybet a Bajêr li herêmê di çûn û hatinê de zehmetiyê dikişînin.
Hat diyarkirin ku stûriya berfê car caran ji 3 metreyan derbas dibe.
Dîmenên xebatên maliştina berfê yên li herêma çiyayî bi dronê hatin girtin.
Bedlîs
Li Bedlîsê ji ber berf û bagerê rêya wargehekê girtî ye.
Tîmên Birêvebiriya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rê dest bi xebatan kiriye.