Peykerê Lindsey Graham li Hewlêrê tê danîn
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku ji ber piştgiriya wî ya bi biryar a ji bo gelê Kurd, dê peykerê Senatorê Komarî yê Amerîkayî Lindsey Graham li Hewlêra paytext were danîn.
Parêzgar Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo rêzgirtina li parêzvanî û piştgiriya Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham a ji bo Kurdan, dê li Hewlêrê peykerekî wî bê danîn.
Derbarê dîzayn, cihê teqez an jî dema temamkirina peyker hîn hûrgilî nehatine parvekirin.
Dengê xurt ê Kurdan li Washingtonê
Senator Graham, bi taybetî di mijara parastina hêzên Kurdan ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de wekî yek ji siyasetmedarên herî li pêş ên Washingtonê tê naskirin.
Graham gelek caran balê dikişîne ser rola sereke ya Kurdan a di têkbirina DAIŞê de û bitenêhiştina Kurdan a piştî wê têkoşînê ji bo Amerîkayê wekî "şermekê" bi nav kiribû.
Graham rojên borî li Washingtonê ji Rûdawê re gotibû:
"Ez bawer dikim ku ji bo Kurdên ku alîkariya me kir em DAIŞê têk bibin neyên qetilkirin, li Kongreyê piştgiriyeke gelekî xurt a her du partiyan (Komarî û Demokrat) heye."
Mîmarê ‘Yasaya Parastina Kurdan’
Senatorê Komarî Graham, ligel Senatorê Demokrat Richard Blumenthal pêşniyaryasaya bi navê "Yasaya Parastina Kurdan" (Save the Kurds Act) pêşkêşî Kongreyê kiribû.
Ew yasa, sepandina cezayan li ser rayedarên hikûmeta Sûriyeyê û aliyên din ên ku piştgiriyê didin êrişên li hêzên Kurdan, li xwe digire.
Graham, gelek caran Koşka Spî hişyar kir ku bitenêhiştina hêzên Kurdan dê zerereke mayînde bide baweriya cîhanî û helwesta exlaqî ya Washingtonê.
Her wiha li dijî aloziyên leşkerî yên lîstikvanên herêmî yên ku herêmên Kurdan dikin armanc jî hişyariyên tund dan.
Rêzgirtineke kêm mînak
Çêkirina peykerê kesayetekî siyasî yê biyanî li Hewlêrê, li Herêma Kurdistanê wekî şêwazeke rêzgirtinê ya kêm mînak û taybet tê nirxandin.