Li Bedlîsê qeza: 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di qezayê de ji malbatekê 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Norşînê otomobîla ku Îzzettîn Alpcan diajot wergeriya newalê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirand û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîman midaxele kir û kesên di otomobîlê de bûn derxistin.
Di encama kontrolan de hat tesbîtkirin ku 3 kes mirine.
Tîmên tenduristiyê 5 kesên birîndar jî bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyê.