WAN - Çîroka 2 pismaman: Masîgir bûn hosteyên keştiyan
Wan (Rûdaw) - Çêkirina keştî, belem û yextan pîşesaziyeke taybet e û piranî li bajarên beravê tê kirin lê li navçeya Westanê ya parêzgeha Wanê du pismaman ev bawerî xera kir.
Masîgirekî xelkê Wanê, piştî 15 salên masîgiriyê, bi pismamekî xwe re biryar da ku keştî û yextan çêbikin.
Ew li navçeya Westanê di atolyeyekê de keştî û yextan çêdikin.
Keştî û yextên wan ne tenê li Gola Wanê, li deryayên Ege, Marmara û Deryaya Spî jî tên bikaranîn.
Mişteriyên wan ji Stenbol, Îzmîr û Antalyayê jî daxwazê ji wan dikin.
Misbah Gunduz û pismamê wî Yaşar, bêyî ku perwerdehiyeke akademîk bibînin, fêrî vî karî bûne.
Misbah Gunduz behsa destpêka çîroka xwe kir û got:
"Di zarokatiya xwe de piştî ku me dibistan xilas kir, em çûn masiyan.
Me li Gola Wanê nêzîkî 15 salan masîgirî kir.
Paşê sala 2018an min û pismamê xwe Yaşar, me got em dest bi çêkirina keştiyan bikin û me dest pê kir."
Destpêkê bi temîrkirina keştiyan dest pê kirine û pişt re fêrî çêkirinê bûne.
Heta niha bi dehan keştî û yextên biçûk û mezin çêkirine.
Misbah Gunduz li ser bihayê keştiyan û pêvajoya çêkirinê jî ev zanyarî dan:
"Ev a li pişta min dê biçe Stenbolê.
Ew bi 3 milyon û nîvî amade dibe.
Tê de 800-900 hezar lîre ji me re dimîne.
Niha heta 12 metreyan endezyar pêwîst nake.
Ya ku li ber derî ye 20 metre ye, ji bo wê endezyarê me heye.
Ew projeyê ji me re amade dikin, didin me û em jî li gorî wê dikarin her cure keştiyan çêbikin.
Lê yên biçûk em bi xwe di serê xwe de çêdikin."
Misbah û pismamê wî heta niha nêzîkî 50 keştî gihandine ser pêlên deryayan.
Ew salê 12 mehan dixebitin û dixwazin atolyeya xwe mezin bikin ku keştiyên mezintir jî çêbikin.