Li Rihayê pevçûna li ser zeviyan: 10 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nakokiya li ser erd û zeviyan du kom pev çûn û yek jê giran 10 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li gundê Dorum Eliyê yê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, di navbera du komên xizim de ji ber pirsgirêka erd û zeviyan nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê her du aliyan bi çek, dar û keviran pev çûn.

Di pevçûnê de 2 ji wan jin 10 kes birîndar bûn ku birîna yekî giran e.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.

Ji birîndaran  R.B. yê 57 salî ku rewşa wî giran bû, piştî midaxeleya yekem ew birin nexweşxaneyeke Rihayê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê 16 kes desteser kirine û lêpirsîn berdewam dike.