Li Herêma Kurdistanê roja yekem a Remezanê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku çarşemê (18ê Sibatê) roja yekem a meha Remezanê ye.

Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê roja yekem a meha Remezanê diyar kir.

Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand:

"Îro Sêşemê 29ê Şebana 1447an a Koçî, beramberî 17-02-2026an bi hevahengiya li gel komîteyên şaxî yên li parêzgeh û îdareyên serbixwe, bi armanca diyarkirina roja yekem a meha Remezana Pîroz civiyan.

Li gorî belgeyan derket holê ku heyv li asmanê Herêma Kurdistanê hatiye dîtin."

Çarşemê Remezan e

Wezareta Ewqafê amaje bi wê yekê jî kir, "Loma Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê radigihîne, roja Çarşemê 18ê Sibata 2026an li Herêma Kurdistanê dê bibe roja yekem a meha Remezana Pîroz."

Her wiha wezaretê bi boneya hatina meha Remezanê pîrozbahî li Misilmanan kir.