Nêçîrvan Barzanî: Bila Remezan bibe destpêka bidawîhatina êşan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hatina meha Remezanê got, "Em ji Xwedayê Mezin hêvî dikin ku ev meha pîroz bibe destpêka bidawîhatina êş û pirsgirêkan."

Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî çarşemê (18ê Sibatê) wekî roja yekem meha Remezana diyar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê peyama pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got, "Ez hêvîdar im hatina vê meha pîroz, bibe sedema xêr, bereket û aramiyê ji bo gelê Kurdistanê û hemû herêmê."

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de wiha got:

"Werin em vê boneya olî bikin derfetek ji bo kûrkirina ruhê lêborîn, tebayî û pêkvejiyanê ku her tim nasnameya ciwan a Herêma Kurdistanê bûye."

Her wiha Nêçîrvan Barzanî got, "Em ji Xwedayê Mezin hêvî dikin ku ev meha pîroz bibe destpêka bidawîhatina êş û pirsgirêkan û peyama aştî û tebayiyê li hemû cîhanê belav bibe.

Remezan li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be."