Rê û cadeyên Rojavayê Kurdistanê bi dermanan têne şûştin
Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê derfetên rûbirûbûna koronayê kêm in, lê tedbîrên li dijî wê vîrûsê têne zêdekirin. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê jî dibêjin, divê her kes pabendî rênimayan be û di heman demê de Rêveberiya Xweser jî hêsankariyan ji xelkê re bike ji bo ku ev pêvajo bi selametî derbas bibe.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalka û dayîna rênimayên pêwîst, niha jî rê û cade bi dermanan têne şûştin ji bo ku rê li vîrusa koronayê bê girtin.
Bi 8 tîmên şaredariyê, proseya paqijkirina saziyên Rêveberiya Xweser hatiye destpêkirin. Ji bo li hember derketina korona, çar rojan dewam li wan saziyan nabe ku têne dermakirin. Piştre li gorî plana Desteya Tendirustiyê devrên din jî têne paqijkirin û derman li wan tê belavkirin.
Rêvebirê Desteya Ekolojiyê li Qamişlo Tariq dibêje: “Ji îro saet 07.00ê ve 8 tîmên me derketine li saziyan belav bûne û her tîmek otomobîl û derman bi wan re ye, heya roja Pêncşemê em dê saziyan xilas bikin û piştre li pêwîst hebe em dê herin wê derê jî paqij bikin.”
Tevî biryara Rêveberiya Xweser derbarê girtina çayxaneyan lê xwaringeh vekirîne û tevgera bazarê kêm nebûye.
Welatiya bi navê Sîham Reşîd jî dibêje: “Tê gotin nexweşiyeke bê çareseriyê, Rêveberiyê baş kir saziyên xwe paqij ki.”
Hejmarek ji çalekvanên civaka sivîl jî li nav xelkê digerin û hişyariyê derbarê nîşaneyên korona û çawaniya xwe parastinê de didin.
Endama Hevgirtina Jinên Kurd li Qamişlo Heyat Qiço jî wiha axivî: “Em dê miletê xwe agahdar bikin çawa xwe ji korona biparêzin. Cîhan tev pê mijûk e, pêwîst e em li xwe miqate bin. Heya niha nehatiye devera me.”
Bi biryareke desteya tenduristiyê di 14 vê mehê de, kerta perwerdê heya demeke ne diyar û kertên din heya çar rojan hatin rawestandin.
Vîrusa koronayê revî ku li gelek welatan belav bû, lê heya niha ti haletên wê li Rojavayê Kurdistanê nehatine tomarkirin. Rêxistina Tendirustiya Cîhanî jî sedema wê ji bi nebûna pişkinînin pêwîst vedgerîne.