Li Qamişlo hunermendan êş û azarên Efrîniyan bi tabloyan nîşan dan

Hewlêr (Rûdaw) - Di salvegera 3yemîn a dagîrkirina Efrînê de, jimarek  şêwekarên kurd ji xwendekar û mamosteyên zanîngeha Rojava, li kolaneke bajarê Qamişlo dîmenên Efrînê û êş û azarên Efrîniyan bi tabloyan dane xuyakirin.

Piraniya tabloyan behsa koçberî û girêdana xelkê Efrînê bi ax û zeytûna wan de dikin, şêwekar hêvitên xwe tînin ziman ku pêşangeha xwe ya bê li nava bajarê Efrînê bikin.

Bajarê Efrînê berî 3 salan rastî êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve hat û  roja 18ê Adarê hate dagîrkirin.

Di encamê de, bêtirî 300  welatiyan bûn şehîd û nêzî 1500 sivîlî birîndar bû û bêhtirî 300 hezar kesî jî koçber bûn.

Sibe 18ê Adarê 3yemîn salvegera dagîrkirina Efrînê ye

Bi vê munasebetê 33 rêxistinên sivîl û hiqûqî daxuyaniyek belav kirin û têde daxwaz kirin ku dawî li dageriyê were.

Di daxuyaniyê de hatiye ku Tirkiyê û çekdar li pêşiya çavên civaka navdewletî, serwerî û mafên mirova binpê dikin û û roj bi roj rewşa mirovî li wê derê xerabtir dibe.

Rêxistin dibêjin, Tirkiyê medyaya xwe dişîne Efrînê û rastiya ku li wê derê heye berovajî dike û belav dike.

Her wiha serdana serokatiya Îtîlafê ji bo wê herêma kurdî, weke şanoyekê bi nav dike.

Rêxistin ji Tirkiyê daxwaza dikin ku ji Efrînê û ji hemû axa Sûriyê derkeve û rê li ber kiryarên çekdaran were girtin, ji herêmên kurdî derkevin krîza Sûriyê ligor biryara Encumena Esayîşê ya 2254 were çareserkirin.

Operasyona Artêşa Tirkiyê û hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyê, 20ê Çileya 2018an destpê kir, piştî 58 rojan ji şer, pevçûn, bombebaran û topbaranan, roja 18ê Adara 2018an hêzên Tirkiyê û alîgirên wê ji hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyê, derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û herêma ku beşek ji Rojavayê Kurdistanê ye, kete jêr kontrola wan hêzan û ji wê demê ve, xelkê Efrînê û rêxistinên mirovî û navdewletî belgeyan li ser binpêkirinan, nîşan didin, lê heta niha Civaka Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayişê ti çareyek ji bo rewşa aloz a Herêma Efrînê nedîtiye û ti gaveke praktîkî ji bo rêgiriyê li pêş kiryar û binpêkirinên wan hêzan neavêtiye.