Lîstikgeha Franso Herîrî ya taybet bo tîma Hewlêrê piştî nûjenkirinê dîmeneke ciyawaz û serincrakêş heye û niha wek lîstikgeheke navdewletî ye.
Rûdaw wêneyên ciyawaz û balkêş ên wê lîstikgehê belav dike ku ji bo pêşwazîkirina li Papayê Vatîkanê Papa Francis hatiye nûjenkirin û niha jî tîma Hewlêrê li hemberî rikaberên xwe di xula yekem a Iraqê de sûd jê werdigire.
Jûra cilguherîn, beşa VIP, cihê rûniştina mêvanan û jûrên nav lîstikgehê ji bo desteya kargêrî bi temamî û bi şêweyekî ciyawaz nûjenkiriye.
Lîstikgeha Franso Herîrî, lîstikgeheke navdewletî ye li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li gor piraniya çavkaniyên dîrokî sala 1956an de hatiye avakirin. Ew lîstikgeh berê ya tîma Brûska Kevn bû, paşê bû ya Lîstikgeha Şurteya Hewlêrê û paşê jî navê Hewlêrê lê hatiye kirin. Lê sala 2001 piştî terorkirinê, navê Franso Herîrî lê hat kirin.
Çendîn lîstikên navdewletî li ser asta navçeyê li vê lîstikgehê hatine kirin, dawî jî xula tîmên palewanên Asyayê ya werza derbasbûyî ku ji ber ambargoyên li ser Iraqê, tîma Şurte, lîstikên xwe li Hewlêrê encam dida.
Stadyuma Franso Herîrî, niha di warê çîmen de pêwîstî bi nûjenkirinê heye ku zêdetir ji 9 sal e çîmenê wê nehatiye nûjenkirin.
Wêne: Bilind Tahîr/Rûdaw