Welatiyekî Nodşe: Kîmyabarankirina bajarê me hatiye paşguhxistin

Hewlêr (Rûdaw) - 33 Sal berî niha Nodşeya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat kîmyabarankirin û welatiyekî wî bajarî jî dibêje, kîmyabarankirina bajrê wan hatiye paşguhxistin.

Şarezayê Dîrok û xelkê Nodşe Dr. Îsmaîl Mehmûdî ji Radyoya Rûdawê re got: “Hê jî bandora wê kîmyabaranê li bajarokê Nodşe maye, salane mexdûrên wê kîmyayiyê ji ber wê yekê dimrin, vêca ji ber birîna Helebceyê kûrtir bû, bajarokê Nodşe ket aliyekî û niha em dikarin bibêjin hatiye paşguhxistin.”

Roja 17ê Adara 1988an piştî kîmyabarankirina Helebceyê, bajarokê Nodşe ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê bi gaza Xerdel hat kîmyabarankirin. Dr. Îsmaîl Mehmûdî dibêje: “Mixabin gelekî dereng behsa karesata kîmyabarana Nodşe hat kirin û ti amarên tam û hûr li ber dest nînin. Divabû birîndarên wê karesatê bi başî bihatana qerebûkirin. Nêzîka 700 kes birîndar bûn.” Mehmûdî dibêje, niha jî rewşa tendirûstî ya wan birîndaran nebaş e û hevdem bandora kîmyabaranê bi bajêr ve diyar e.

Bajarokê Nodşe li navçeya Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ye, roja 17ê Adara 1988an ji aliyê firokeyên rejîma Baasê ya Iraqê ve demjimêr 10:11 deqe hat kîmyabarankirin. Bi heft bombeyên kîmyayî ya gaza Xerdel nav bajarê Nodşe hat armanckirin û li gor amarên fermi yên hikûmeta Îranê, 13 kesan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes jî wek berketiyên kîmyayî hatin tomarkirin, lê xelkê Nodşe dibêjin, hejmara berketiyan gelekî zêdetir e û ji wê demê ve çendîn kesên din jî ji ber kîmyabaranê cane xwe ji dest dane, lê nave wan wek qurbanî nehatiye tomarkirin.