Li Fransayê endamekî DAIŞê ji ber komkujiya Kurdên Êzidî tê darizandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê di dozeke derbarê komkujiya Kurdên Êzidî de cara yekem e ku endamekî DAIŞê tê darizandin.

Sabrî Essidê ku endamê DAIŞê yê Fransayî ye, bi tohmetên "komkujiyê" û "sûcên li dijî mirovahiyê" were darizandin lê ew dê bi xwe ne amade be.

Doza ku duşemê dest pê kir, di dîroka daraza Fransayê de wekî doza yekemîn e ku endamekî DAIŞê tê de bi tohmeta komkujiya Êzidiyan tê darizandin.

Tohmetên giran ên li Sabrî Essid

Sabrî Essidê ku 1984an ji dayîk bûye û 2014an li Sûriyeyê tevlî nav refên DAIŞê bûye, bi kirîna gelek jinên Kurd ên Êzidî ji bazarên koleyan, destdirêjiya seksî ya li wan û birçî û tîhiştina wan tê tohmetbarkirin.

Tevî ku tê texmînkirin Essid 2018an miribe jî, ji ber ku delîleke fermî nîne, dadgehê biryar da ku bersûc ji ber kiryarên komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê û hevparbûna di van sûcan de yên di navbera salên 2014-2016an de pêk anîne, were darizandin.

"Ne tenê teror, komkujî ye"

Parêzerê Federasyona Mafên Mirovan a Fransayê Patrick Baudouin bal kişand ser girîngiya dozê û got:

"Berê jî endamên DAIŞê hebûn ku dihat texmînkirin mirine lê paşê derketin holê. Ji ber vê yekê, pêkanîna vê darizandinê gelekî krîtîk e."

Parêzera sê jinên Kurd ên Êzidî û heşt zarokan, Clemence Bectart, tekez kir ku divê ev doz nêrîna li Fransayê ya li hemberî sûcên DAIŞê biguherîne.

Bectartê got, "Sûcên DAIŞê li Fransayê bi giştî tenê di çarçoveya 'sûcê terorê' de tên nirxandin.

Lê belê divê tekezî li ser siyaseta sîstematîk a jiholêrakirina xelkê sivîl, bi taybetî jî ya li dijî Êzidiyan, ango komkujiyê, were kirin."

Komkujiya Êzidiyan û trajediya Şingalê

DAIŞê Tebaxa 2014an êrişî herêma Şingalê kiribû, bi hezaran Kurdên Êzidî kuştibûn û bi hezaran jin û zarok jî revandibûn û kiribûn kole.

Lêkolerên Neteweyên Yekbûyî (NY) ev kiryar bi awayekî fermî wekî "komkujî" pênase kiribûn.

Bersûc Sabrî Essid di vîdyoyeke DAIŞê de ku sala 2015an hatibû weşandin, dihate dîtin ku kurê hevjîna xwe yê 12 salî teşwîq dike da ku dîlekê Filistînî bikuje.

Tê payîn ku hevjîna Essid a ku piştî vegera Fransayê hatibû girtin jî li dadgehê îfadeyê bide.

Li Ewropayê biryarên mînak 

Ev doza li Fransayê, beşek ji zêdebûna cezayên yasayî yên li seranserê Ewropayê yên li dijî komkujiya Êzidiyan e.

Almanyayê 2021ê endamekî DAIŞê bi komkujiyê sûcdar dît û biryara yekemîn a mînak a cîhanê îmze kir.

Swêd û Belçîkayê jî di mehên borî de û par, li dijî endamên DAIŞê yên ku jinên Êzidî wekî kole bi kar anîne, biryarên mehkûmiyetê yên bi heman rengî dan.