BEXDA - Piştî êrişan li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê agir derket
Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê piştî êrişeke bi drona kamîkazê agir derket.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi 3 dronan rastî êrişê hat.
Pergala parastina asmanî ya balyozxaneyê du dron li hewayê îmha kirin.
Drona din li dîwarê balyozxaneyê ket.
Piştî êrişê li derdora balyozxaneyê agir derket. Rayedarên Îraqê heta niha li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.
Piştî Şerê Îran – Amerîka û Îsraîlê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê bi berdewam bi mûşek û dronan tê armanckirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh ji hêzên ewlehiyê yên welatê xwe xwest ku "bi lez" wan kesên êrişî Otela Reşîd, Qada Petrolê ya Mecnûn, Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kirine bibînin.
Li aliyê din beriya bi demekê Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde “Hûn dê çawa bersiva zêdebûna êrişên milîsên Îraqî yên li ser balyozxane û baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Kurdistanê bidin?” wiha got:
“Amerîka kontrola balyozxaneya xwe dike. Binêre, çend êriş li ser balyozxaneya me çêbûne.
Me hejmara kesên li balyozxaneyê ne kêm kir da ku em tenê karên sereke pêşkêş bikin lê di heman demê de em mirovên xwe jî biparêzin.
Di wê herêma cîhanê de gelek terorîst hene û dema em wan bibînin divê em wan tune
#VÎDEO - Li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ku li Herêma Kesk a bajêr e dronek hat xistin pic.twitter.com/SLq5mEs6wh
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 17, 2026