Mesrûr Barzanî: Me biryar da ku petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bê şandin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku wan biryar da ku di demeke nêzîk de petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê be şandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser şandina petrolê daxuyaniyek belav kir.
Mesrûr Barzanî got ku bi liberçavgirtina rewşa neasayî ya li welat û ji ber berpirsyariya ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar, wan biryar da ku di demeke herî nêzîk de rê bidin petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê biçe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku dan û standinên wan ên bi hikûmeta federal re didomin.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku armanca wan ew e bi lez ew astengiyên li ser hawirde û tevgera bazirganî ya li Herêma Kurdistanê hatine danîn werin rakirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha daxuyand ku ew hewl didin garantiyê bidin şirketên petrol û gazê da ku karibin bi silametî dest bi hilberînê bikin.
Mesrûr Barzanî ji bo piştgirî û rola wan a di vê pêvajoyê de spasiya Amerîkayê kir.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî jî ji Rûdawê re ragihand ku îro li ser hinartina petrola bi rêya Herêma Kurdistanê rêkeftin hatiye kirin.
Heyan Ebdulxenî got, "Sibe ev rêkeftin dikeve warê pêkanînê û saet 10:00an hinartin dest pê dike."
Heyan Ebdulxenî eşkere kir ku petrola Kerkûkê bi rêya boriyekê tê hinartin.
Li gorî amarên ku wî dane, di nava du rojên bê de dê hinartina rojane bigihe 250 hezar bermîl petrolî.
🔴Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 17, 2026
🗨️Me biryar da ku di demeke nêzîk de petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bê şandin pic.twitter.com/UKIE8j08LV