Li Rojavayê Kurdistanê dema çêkirina penîr e

17-04-2017
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Qamişlo Penîr Bazar
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li gundewarên Rojavayê Kurdistanê pez û sewal bi piranî tê xwedîkirin û didema buharêde gundiyên xwedan pez şîrê van ajalan ji bo berhemkirina penêr bikartînin.

 

Li Rojavayê Kurdistanê di dema biharê de pez dizên û çêre li gundewarên deverê bi taybetê di mehên adar û nîsan de zêde dibe ev yek jî ji bo pezên nû zane gelek başe û di dibe derfet ku şîrê wan zêde bibe.

 

Gundiya bi navê Nejla Xelîl wiha got: “Pezê me derdixin çêrê piştî vedgere ez didoşim. lê pezê ku biberxbe em 2 mehan nadoşin. Em şîr dikin penîr ji xwere dihilînin û penîrê zêde jî em difroşin. Em meha nîsan dest bi çekirina penîr dike û heta meiha Tîrmihê didome.”

 

Di dema sibê de her roj pez dertê çêrê û piştî vedgerînin mal tê dotin û derman tevlî şîr dikin û dikeve tûrên ji caw û bi 3-4 demjimêran dihêlin ta av jê tê der û pişt re penîr amade dibe. Kesê ku penîrê wî zêde bike ji bo firotinê dibine bazara Qamişlo.

 

Welatiyê bi navê Şemsa Omer jî got: “Kulek derdikevin çêrê û tên em wan didoşin û şîrê wan diparzinînin û derman davên nav û  derdora 2seet a em dinuxumînin û dûvra em derdixin dibe qalibê penîr.”

 

Piştî ku seriyên penêr ji avê zuha dibe ber bi dikanên penîr tê şandin. Li wê deverê dikandar ji gundiyan dikirin û difroşin welatiyên. Kîloya penêrê pez bi nerxê 1000 lireyê sûrî tê firotin û yê çêlekan bi 800 lirê tê firotin.

 

Penîrê herêma Cezîrê bi tama xwev ya xweş navdar e û nemaze di 4 mehên adar, nîsan, gulan û tîrmehê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst