Li Wanê mamosteyekî dawî li jiyana xwe anî
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, mamosteyê bi navê Harûn Titiz ku tayîna wç çênebûye, ji ber bêkarî û deyna dawî li jiyana xwe anî.
Hat ragihandin ku mamosteyê ciwan ê bi navê Harûn Titiz duh li Wanê dawî li jiyana xwe anî.
Hat îddîakirin ku mamosteyê ciwan ê 25 salî ji ber ku demeke dirêj e nehatibû tayînkirin, rastî zehmetiyan hatibû û ji ber hincetên têkildar dawî li jiyana xwe aniye.
Hat destnîşankirin, mamosteyê ku Zankoya Yuzuncu Yil a Wanê temam kiriye, ev demeke dirêj e nikaribû kar peyda bike û nehatibû tayînkirin zehmetî dikişandin.
Parlamentera HDPê ya Wanê Muazzez Orhan li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Mirovekî din ji ber bêhêvîbûn, bêkarî û siyaseta cudaxwaz a hikûmetê jiyana xwe ji dest da. Harûn Titiz mamosteyekî ku nehatibû tayînkirin... Îro li Wanê dawî li jiyana xwe anî."
Bir insan daha bu iktidarın umutsuzluk, işsizlik ve ayrımcı siyaseti nedeniyle yaşamını yitirdi.
— Muazzez ORHAN (@Muazzezorhn) April 16, 2022
Harun Titiz, ataması yapılmayan bir öğretmen... Bugün Van'da yaşamına son verdi.
Ailesine sabır, kendisine Allah'tan rahmet diliyoruz. pic.twitter.com/wjdNd1Ws27
Li aliyê din Rêxistina HDPê ya navçeya Tûşbayê jî got, “Kurê rêveberê me yê navçeyê Ramazan Titiz, Harûn Titiz canê xwe ji dest da. Xwedê rehmê lê bike. Xwedê sebrê bide nas û dost û malbata wî."
İlçe Yöneticimiz Ramazan Titiz’in Oğlu Harun Titiz vefat etmiştir. Merhuma Allah’tan rahmet diler.
— HDP TUŞBA (@HdpTusba) April 16, 2022
Yoldaşımıza ailesine ve sevenlerine sabır diliyoruz.
Taziye yeri: Seyrantepe Mahallesi Hz. Hamza cami Taziye Evi
İletişim Numarası: 0530 697 43 14 pic.twitter.com/QNvs5ognxb
Parlamenterê CHPê yê Enqereyê Yildirim Kaya jî têkildarî mirina Titiz li ser Twitterê got, “Pênaseya êşê nayê kirin. Mamosteyê ku nehatibû tayînkirin Harun Titiz ku li navenda rehabîlîtasyonê bi pereyê koletiyê dixebitî jî dawî li jiyana xwe anî. Sersaxiyê ji malbatê û hemû hezkiriyên wî re dixwazim.”
Acının tarifi yok!
— Yıldırım Kaya (@yildirimkaya40) April 16, 2022
Kölelik ücretiyle rehabilitasyon merkezinde çalışan atanmayan öğretmen Harun Titiz de intihar etti. Acılı ailesine ve tüm sevenlerine başsağlığı diliyorum. pic.twitter.com/rPMUErSgoq
Hate diyarkirin ku Titiz li Cadeya Meraşê ya navendî ya Wanê ofîsek ji bo perwerdehiya taybet vekiribû lê ji ber ku karê wî ne baş bûn, ketibû bin deynan.