Taşçier: Li Tirkiyê ji bo Kurdan edalet û hiqûq cuda dixebite
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier bertek nîşanî desteserkirinên bi hinceta beşdariya Newrozê da û got, “Ji xwe ji bo wan Kurdbûn bes e ku xelkê desteser bikin. Hikûmet li hemberî Kurdan terorê dimeşîne û dixwaze Kurdan bitirsîne."
15ê Nisanê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo 105 kesan bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê de “dirûşmên ji bo PKKê gotine, pankartên qedexe hilgirtine û li hember polîsan li ber xwe dane”, biryara girtinê hatibû dayîn.
Di vê çarçoveyê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen jî di nav de gelek kes li Amed, Mêrdîn, Riha, Stenbol, Bedlîs û Êlihê di operasyonên hemwext de hatin desteserkirin.
Parlamenterê HDPê yê Amedê beşdarî bultena Hevîdar Zana ya Rûdawê bû, diyar kir ku piraniya kesên ku hatine girtin ciwan in û got, “Eşkere ye ku ew nikarin tehemûla pîrozbahiyên gelekî xurt ên Newrozê bikin. Ji ber vê jî êrîşî kesên tevlî Newrozê dibin dikin. Ne li dijî rêveberên HDPê yên ku Newroz organîze kiribûn, li ser beşdaran operasyon hat lidarxistin û nêzî 70 kes hatin desteserkirin."
Taşçier diyar kir ku Newroz pir bi coş derbas bû û anî ziman “Ji bilî vê ti hincet nîne. Ji xwe destûr nedan ku xelk bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî Newrozê bibin. Flamayên kesk, sor û zer qedexe kirin. Li holê tawan tune lê AKP tawanan dibîne. Berî hefteyekê Enqere jî di nav de li gelek bajaran operasyon li dar xistibûn û gelek kes hatibûn desteserkirin. Armanca sereke krîmînalîzekirin, tirsandin, çewsandin û biçûkxistina siyaseta Kurd e.”
Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier diyar kir ku di nava kesên hatine desteserkirin de kesên ne HDPyî jî hene û got, “Ji xwe ji bo wan Kurdbûn bes e ku xelkê bigirin. Hikûmet li hemberî Kurdan terorê dimeşîne, dixwaze bitirsîne. Ji sala 2015an û vir ve bi hezaran Kurd di operasyonan de hatin desteserkirin, niha di girtîgehan de ne. Kurd bi rêxistinbûnê xurt dibin û ew tehemûlî vê yekê nakin. Newroza îsal pir bi coş bû û ew nikarin tehemûlî vê bikin.”
Taşçier, destnîşan kir ku ew ê li dijî girtin û bêhiqûqiyê bi hiqûqî têbikoşin û diyar kir ku ew ê vê mijarê bibine Parlemenê û dadgehê.
Îmam Taşçier got, “Li Tirkiyeyê edalet û hiqûq ji bo Kurdan nîne. Li ser Kurdan hiqûqeke cuda tê sepandin. Hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê, Kurd in. Em li Parlemenê wan tînine ziman, ji çapemeniyê re dibêjin, heta em di platformên Ewropayê de behsê dikin. Binêrin Selahattin Demirtaş û Osman Kavala tevî biryara AIHMê hîn jî girtî ne. Ev tê wê wateyê ku wan çavê xwe ji hiqûq û edaletê re girtine.”
Polîsên Tirkiyê, di 15ê Nîsanê de li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Bedlîs, Êlih û Stenbolê bi ser gelek malan de girtibûn û 75 kes desteser kiribûn.