Mesrûr Barzanî û Hohmann: Divê hikûmet beriya hilbijartinên Îraqê ava bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiane Hohmann li hev civiyan.

Mesrûr Barzanî û Christiane Hohmann îro rûniştin û wan qala pêkanîna hikûmetê, hinartina petrolê, rewşa Îraqê û guherînên li herêmê kir.

Barzanî û Hohmann "li ser wê yekê hevfikir bûn ku pêwîst e kabîneyeke bihêz û yekgirtî di dema herî nêzîk de û beriya hilbijartinên Meclisa Nûnerên a Îraqê were pêkanîn."

Li gorî daxuyaniya Hikûmetê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyoza Almanyayê "teqezî li ser girîngiya nehiştina pirsgirêkan û astengî û hincetên li pêşiya destpêkirina ducare ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê kiriye.”

Di daxuyaniya Hikûmetê de hat gotin ku "Balyoza Almanyayê piştgiriya welatê xwe ya ji bo hêza Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê û xwesteka bipêşvebirina zêdetir a pêwendiyên dualî ducare kiriye."

Hat gotin ku di beşeke din a civînê de, “rewşa giştî ya Îraqê û guherîn û bipêşketinên dawî yên li herêmê” hatine nirxandin.