Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawa Behramî diyar kir ku di du êrişên li ser hêz û kampên hêzên Rojhilatê Kurdistanê de 3 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Endamê Desteya Birêvebir û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a PDKIyê Kawa Behramî ji Rûdawê re got, îro piştî nîvro bi dronan êrişî kampa Cêjnekanê ya li qezaya Behirkeyê ya Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de kurê Pêşmergeyekî şehîd ketiye û bavê wî jî birîndar bûye.
Kampa Cêjnekanê kampa malbatên penaberên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Kawa Behramî her wiha da zanîn ku her îro bi mûşekan êrişî baregeha partiya wan a li sînorê Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de 2 Pêşmergeyên wan ên jin şehîd ketine û Pêşmergeyeke din a jin jî birîndar bûye.
Li hêla din, PDKIyê berî demekê daxuyaniyek belav kir û tê de hat gotin:
"Êrişa bi dronan a Komara Îslamî ya Îranê ya li ser kampên sivîl ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li Herêma Kurdistanê bû sedema şehîdketin û birîndarbûna çend kesan."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Komara Îslamî ya Îranê piştî nîvroya roja înê, bi mûşek û dronan pêleke nû ya êrişan bir ser kampên sivîl ên PDKIyê.
Ji ber vê yekê bav û kurek şehîd ketin. Di wê êrişê de Şahîn Azerberzîn şehîd ket û bavê wî Nadir Azerberzîn bi giranî birîndar bû.
Di êrişeke din a li ser tîmeke Pêşmergeyên partiyê de, 2 pêşmergeyên jin bi navên Neda Mîrî û Semîra Elahyarî şehîd ketin û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn."
🔴PDKIyê daxuyanî da:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 17, 2026
🗨️Ji ber êrişa Îranê ya li ser kampên me yên li Başûrê Kurdistanê 3 Pêşmergeyên me şehîd ketin pic.twitter.com/0VPuCVGYVF
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse