DOZA GULISTAN DOKUYÊ - Parêzgar û serbijîşkê berê jî hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de bipêşketinên girîng çêbûn.
Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel û Serbijîşkê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyan, Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê di çarçoveya lêpirsînê de biryara desteserkirina Tuncay Sonel da.
Sonel li Elezîzê ji aliyê tîmên ewlehiyê ve hat desteserkirin.
Berê bi fermana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê li ser Sonel lêpirsîn hatibû destpêkirin, mufetişên mulkiyeyê hatibûn wezîfedarkirin û ew ji kar hatibû dûrxistin.
Her wiha, Serbijîşkê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemir jî li Bursayê hat desteserkirin.
Rayedaran eşkere kir ku desteserkirina Ozdemir bi îdiayên "jêbirina qeydên nexweşxaneyê yên Gulistan Dokuyê" re pêwendîdar e.
Çi bûbû?
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve winda ye û heta niha ti agahî jê nehatine wergirtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de berê 13 kes hatibûn desteserkirin ku kurê Parêzgarê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî di nav wan de bû.
Ji gumanbarên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin 2 kes hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Kar û barên îfadeyên 9 kesên din ên li ewlehî û dozgeriyê berdewam dikin.