Nêçîrvan Barzanî: Min spasiya Serokwezîrê Pakistanê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf dike ji bo wê rola ku hikûmeta welatê wî di agirbesta navbera Îran û Amerîkayê de lîstiye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê derbarê hevdîtina xwe ya îro ya bi Serokwezîrê Pakistanê re ya li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di wê posta xwe de got, "Min spasiya Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf kir ji bo wê rola girîng a ku Pakistanê di hêsankirina agirbesta navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de lîstiye."
Nêçîrvan Barzanî amaje pê dike ku her di hevdîtinê de "me tekezî li ser diyalog û dîplomasiyê ji bo îstîqrara herêmî ya ku didome kir."
Serokê Herêma Kurdistanê êvara roja pêncşemê 16ê Nîsana 2026an bi vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de gihîştibû Antalyayê.
Nêçîrvan Barzanî îro di roja ewil a forumê de hejmarek hevdîtin û civînên girîng pêk anîn, wekî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyêv re.
Ji xeynî van hevdîtinan, Serokê Herêma Kurdistanê komek civîn pêk anîn ku tê de bi serkirdeyan re bîr û rayên xwe parve kirin, di nav wan de civîna bi Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade, Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Karên Rojhilata Navîn Hamish Falconer, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî û Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê Karên Kendavê Luigi Di Maio re hebûn.