3 serkirde û endamekî PDK-Sê bo Başûr hatin nefîkirin

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Ebdilkerîm Mîranî ragihand ku 3 serkirde û endamekî partiya wan “ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin û bo Başûrê Kurdistanê hatin nefîkirin”.


Ebdilkerîm Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku “şeva borî asayişa PYDê avêtin ser mala her du endamê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Elî Silêman û Nafih Beyro li bajarê Dêrikê û herwiha mala endamê komîteya navendî Mihemed Ebdî Saedûn li gundê Besta Sûs ê nêzîkî sînor”.


Mîranî aşkere kir ku “asayişa PYDê avête ser mala endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê Elî Îbrahîm jî û ew her çar bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin”.


Derbarê helwesta partiya wan de, Mîranî tevî şermezarkirinê, got ku ewê bi hemû rêyên aştiyane li dijî van karan rawestin û tekez kir ku ev kar “dûrî mirovatî û kurdewariyê ne û rasterast dikevine xizmeta dijminên Kurdan de”.


Ebdilkerîm Mîranî diyar kir ku “şeva borî li bajarokê Tirberspiyê jî çend endamên wan bi navê D. Qasim Hesen, Pîroz Ekrem û Lawîn Keleş ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e”.


Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê got ku “ev karên ku asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistanê li dijî serkirde û endamên PDK-Sê dike, di dîroka Kurd û Kurdistanê de mînakên wê tine ne”.


Heta vê gavê asayişê û ne jî rêveberiya herêma Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, ti daxuyanî derbarê van bûyeran nedane.