Leyla Zana: Ez şerm dikim bêjim deng bidin min
Hewlêr (Rûdaw) – Namzedya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana li ser hilbijartinan gotiye, “Ez nabêjin deng bidin min çimkî ez ji vê yekê şerm dikim. Eger dê bi zorê deng bidin bila min darve bikin baştir e!”
Rojnamevan û nivîskara rojnameya Cumhuriyetê Pinar Ogunç, di nivîsa xwe ya îro de behsa mîtînga namzeda HDPê Leyla Zana li bajaê Agirî kiriye û li ser zarê Zana gotiye, “Dema ez tevlî mîtîngan dibim ez nabêjim deng bidin min çimkî ez ji vê yekê şerm dikim.”
Li gorî wê rojnamevanê, Leyla Zana her wiha gotiye, “Ez ji bo guhdarkirina wan li vir im. Eger bi zorê deng bidin min bila hema min darve bikin baştir e.”
Zana li ser wan gotegotên ku dibêjin Leyla Zana ji derve hatiye Agirî, jî gotiye, “Ji bo min her der yek e.”
Leyla Zana beriya niha parlamentera Amedê bû.