Fuad Mehsûm bi Elî Bapîr re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr re civiya û her du aliyan çend mijarên têkildarî rewşa Iraqê û Kurdistanê gengeşe kirin.

 

Êvariya îro sêşemî 17ê Gulanê Serokoamrê Iraqê Fuad Mehûsm serdana Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, Fuad Mehsûm piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re serdana Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr kir û biryar e piştre serdana Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Ferec bike û bi wî re jî hevdîtinekê pêk bîne.

 

Li gor agahiyan Rûdawê, Mehsûm piştî bidawîhatina hevdîtin û civînên wî yên li Hewlêrê, biryar e biçe Silêmaniyê û ligel Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê.

 

Di 30ê Nîsan a îsal de, piştî êrişên bo ser avahiya parlamentoyê, parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Iraqê vegeriyane Herêma Kurdistanê û ji hinge ve heta niha nevergeriyane Bexdayê û li benda biryara serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê ne.

 

Duh duşemî 16ê Gulanê Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û çend rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

 

Fuad Mehsûm li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyabû.