Germiya (Rûdaw) - Rêveberiya Asayişa Germiyanê ragihand, ew 5 xortên ku di girteyeke vîdiyoî da gef li saziyên hikûmetê dikirin , ji aliyê dadwer ve bi 5 sal û mehekê zîndan hatine cezakirin.
Di destpêka îsal de , girûpeke 7 kesî li navçeya Derbendîxan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, di girteyeke vîdeoyî de gef li saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.
Piştî lêkolînan û komkirina zanyariyan, roja 4ê Çileya 2018 ew grûpa heft kesî ji aliyê hêzên Asayişa Germiyanê ve li sînorê qezaya Derbendîxanê hatibûn girtin.
li gorî ragihandina Rêveberiya Asayişa Germiyanê, piştî bi dawî hatina lêkolînan, tevahiya berlgeyan radestî dadwerê lêkolînê hatiye kirin, wan jî îtiraf bi gunehên xwe kirine û di dawiyê de tohmet li ser wan hatiye îsbatkirin.
Asayişa Germiyan ragihandiye, dadwerê lêkolînê yê tawanên Kerkûk- Germiyan, li gorî madeya 156, bo her yek ji wan 5 sal û yek meh zîndan ceza sepandiye.
Tohmetbarek bi navê Ariyan Elî , ji ber nebûna belgeyan biryara bêtawaniyê ji bo wî hatiye dayin û serberst hatiye berdan, yên din jî ji bo derbaskirina sizayên xwe, bo rêveberiya çaksaziya mezinan a Silêmaniyê hatine şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse