Li Sinê 35 kes ji ber birîna daristanan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber birîna daristanan 35 hatine girtin û 9 ji wan hatine cezakirin.

Berpirsê Rêveberiya Çavkaniyên Sirûştî yê Merîwanê Azad Namdarî ragihand, 125 dosyeyê tawanên birîna daristanan li idareya Dadê ya Merîwanê hene û heya niha 35 kes hatine girtin, 9 ji wan tevî ku bi zindan û derxistina ji bajar û pereyan hatine cezakirin.

Azad Namdarîaşkere kir li ser wan hatiye sepandin ku şitl û daran jî biçênin. Şitl û dar ji aliyê rêveberiya çavkaniyên sirûştî yê Merîwanê ve, ji bo tawanbaran têne peydakirin.

Li parêzgeha Sine rûberê 2 milyon û 937 hezar hektar daristan heye û yek ji wan parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye, ku hejmareke herî zêde ya daristanan lê heye.

Li gor amaran, 60% ya axa wê daristan in. Îsal hejmareke zêde ya xelkê bi tawana birîna daristanan, gilî li ser wan hatine tomarkirin û ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin.