Li Mêrdînê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehsertê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî û kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, otomobîla ku hîn nasnameya şofêrê wê nehatiye diyarkirin li ser rêya Mehsert-Midyadê ji rê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandin û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de M.S.A.yê 68 salî, A.A.C.yê 50 salî û T.A.yê 75 salî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.

Tevî hemû hewldanên bijîşkan T.A.yê ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mehsertê canê xwe ji dest da.