Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarên 3 lîwayên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê ji bo perwerdeyê biçin Helebê.
Çavkaniyeke leşkerî ya berpirs a di nav HSDyê de ji Rûdawê re ragihand ku fermandarên 3 lîwayên HSDyê dê rojên pêşiya me li bajarê Helebê beşdarî dewreyên leşkerî bibin.
Qonaxa duyemîn a tevlîbûnê
Li gorî wê çavkaniyê, ev pêngav wekî qonaxa duyemîn a tevlîbûna wan lîwayan a nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê tê dîtin.
Armanca van dewreyan ew e ku navên endaman werin qeydkirin.
Her wiha dê nasnameyên leşkerî werin dayîn û erk û meaşên wan werin dabeşkirin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku ji her lîwayekê nêzîkî 80 fermandar dê beşdarî dewreyan bibin.
Ev lîwa Lîwaya Dêrikê, Lîwaya Qamişloyê û Lîwaya Hesekê ne.
Her lîwayek ji hezar û 300 şervanan pêk tê.
Ji bo rûtbeyan dê biçin Helebê
Ev pêvajo gava duyemîn e.
Beriya niha bi du hefteyan, fermandarên tabûran di nirxandineke leşkerî re derbas bûbûn.
Niha jî ew dê ji bo wergirtina rûtbeyên xwe biçin Helebê.
Dewreyên leşkerî dê li baregeha Henanoyê ya li bajarê Helebê were lidarxistin.
Yan jî îhtimal heye ku ew dewre li yek ji baregehên Wezareta Parastinê yên li gundewarê Hisîçayê bê lidarxistin.