Li Sêwazê mînîbusa alîgiran qulibî: 25 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gurinê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa ku alîgirên futbolê vediguhast qulibî û di qezayê de 25 kes birîndar bûn.

Mînîbusa rêwiyan a ku nasnameya şofêrê wê nehatiye zanîn, li nêzîkî gundê Guneşê ji rê derket û qulibî.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Rewşa 3 birîndaran giran e

Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleyî birîndaran kir û ew sewqî nexweşxaneyên cuda yên bajêr kirin.

Hat ragihandin ku ji 25 birîndaran rewşa 3 kesan giran e.

Vegera ji Enqereyê bû qeza

Hat zanîn ku rêwiyên di mînîbusê de alîgirên tîma Malatya Yeşilyurtsporê bûn.

Ew alîgir piştî maça Çorluspor 1947 û Malatya Yeşilyurtsporê ya li Enqereyê, vedigeriyan Meletiyê.

Parêzgariya Sêwazê li ser qezayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Welatiyên me yên birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bi lezgînî sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin."

Parêzgariyê her wiha da zanîn ku li ser qezayê lêkolînên teknîkî û lêpirsîna dadî dest pê kiriye.