Nasnameyên 4 endamên Asayîşê hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) nasnameyên 4 endamên xwe eşkere kirin.

Wan 4 endamên Asayîşê di parastina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de canê xwe ji dest daye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Parêzgeha Hisîçayê îro daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de nasnameyên wan 4 endaman hatin eşkerekirin ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şehîd bûne.

Nasnameyên her 4 endaman

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, nasnameyên wan kesan bi vî rengî ne:

Newres Heleb

  • Navê rast: Newras Horo
  • Navê Dayîkê: Emîra
  • Navê Bav: Mihemed
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd / 7ê Kanûna Paşîn a 2026an

Eslan Efrîn

  • Navê rast: Îsmaîl Oso
  • Navê Dayîkê: Henîfe
  • Navê Bav: Bîlal
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd / Kanûna Paşîn a 2026an

Zinar Heleb

  • Navê rast: Îbrahîm Abdullah
  • Navê Dayîkê: Sedîqe
  • Navê Bav: Kamîran
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd / Kanûna Paşîn a 2026an

Sîpan Heleb

  • Navê rast: Îhsan Kurdî
  • Navê Dayîkê: Wefa
  • Navê Bav: Mistefa
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd û Eşrefiye / Kanûna Paşîn a 2026an