Nêçîrvan Barzanî diçe Vatîkanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî diçe Vatîkanê û dê bi Papayê Vatîkanê û Rêberê Katolîkên Cîhanê Papa Leoyê 14emîn re bicive.

Serokê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Nûrî Osman li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Dr. Nûrî Osman "Sibe roja duşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li Vatîkanê be û dê bi Papa Leoyê 14emîn re bicive."

Armanca serdanê xurtkirina pêwendiyan e

Dr. Nûrî Osman diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê dê bi hinek berpirsên Îtalyayê re jî bicive.

Osman derbarê armanca serdanê de jî destnîşan kir ku serdan fermî ye û armanca wê "xurtkirin û bipêşxistina pêwendiyan e."

Pêwendiyeke xurt a Herêma Kurdistanê bi Vatîkan û Îtalyayê re heye.