SÊRT - Zarokek û ciwanek di bin traktorê de man û mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê traktor qulibî û 2 kesên ku di binê de asê man mirin.

Qeza li ser rêya gundê Binerweyê çêbû.

Traktora ku barê wê gubre bû û M.E. diajot ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên rizgarkirinê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman diyar kir ku Firat Guneşê 15 salî û Muhammet Guneşê 21 salî di bin traktorê de asê mane û mirine.

Hat zanîn ku şofêr M.E. di dema qezayê de xwe ji traktorê avêtiye û bi birînên sivik xelas bûye.