Parlamenterên jin deng nadin kabîneya nû


Hewlêr (Rûdaw)- Piştî 7 mehan ji bendewariyê, kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî ti wezîreke jin tê ragihandin. Hinek parlamenterên jin jî ji niha ve biryar dane deng nedin wê kabîneyê. Parlamentereke jin dibêje: “Bê jin deng nadim kesî ji wan”. Yeke din jî dibêje: “Em dê lobî li parlamentoyê çêbikin û em dixwazin mêr jî deng nedin wê kabîneyê”.

Di tevahiya kabîneyên borî yên hikûmetê de ku ya yekem di sala 1992yan de hate damezrandin, wezîrên jin hebûn. Lê li gor navê wan namzedan ku bi awayekî ne fermî hatine belavkirin ji bo wergirtina postên kabîneya nû, ti jin di nav nazmedan de nîne. Lewra çend parlamenterên jin ji niha ve biryar dane deng nedin kabîneya nû.

“Di 7 mehan de daxwazkariyên me nehatin bicihanîn”

Endama parlamentoya Kurdistanê ji frakisyona PDK Amîne Zikrî ji Rûdawê re got: “Ev 7 meh in me grûpa aştiyê ya jinên partiyên me yên siyasî pêk aniye ku sê parlamenter jî tê de cî digirin. Me serdana hemû polîtburoyan, serokatiya herêmê û parlamentoyê û frakisyonan kir. Me daxwaz kir ku jin beşdarî kabîneya nû û pileyên taybet bibin. Lê di nava 7 mehan de ti daxwazeke me ji hêla partiyên siyasî nehat bicihkirin”.

Amîne Zikrî dibêje: “Em bêdeng nabin û helwesta me ya dawî ew e ku em deng nedin kabîneya nû ya hikûmetê. Lê ne xuya ye çend kes deng nadin. Ez bi ti awayî deng nadim. Lê ger wezîreke tenê ya jin bê danîn, em dê dengê xwe bidin kabîneya nû”.

Navborî got ku ew hewl didin parlamenterên mêr jî deng nedin wê kabîneyê: “Em vêga lobî ava dikin, em hewl didin mêr jî piştevaniya me bikin”.

“Deng nadim kabîneya nû”

Di du kabîneyên borî de tenê jinek wezîr bû, ew jî wezîra kar û karûbarên civakî Asos Necîb bû ku ji hêla YNKê hatibû danîn.

Parlamentera YNKê Rêwas Fayeq ji Rûdawê re got: “Em hemû jinên parlamentoyê civiyan û me nivîsarek amade kir li ser pirsa dengdan û deng nedana bi kabîneya nû. Pişt re me kir tiştekî takekesî. Kî dixwaze bila deng bide, kî nexwaze bila nede.”

Rewas dibêje ew bi xwe deng nade kabîneya nû: “Ger jinek di kabîneyê de nebe, ez bi ti awayî dengê xwe nadimê. Kabîneyeke ku baweriya wê bi wê yekê nebe jinek wezaretekê birêve bibe, ango îradeyek nîne ji bo beşdarkirina jinan di hikûmetê de”.

Hacî Karwan: Şaştiya wan e

Parlamenterê frakisyona Yekgirtû Hacî Karwan ji Rûdawê re got: “Ti nazmedeke Yekgirtû ya jin nîne, lê ev şaştiya jinan bi xwe ye. Çiku kesî ji wan xwe namzed nekir. Tew serokê giştî yê Yekgirtû pirr dixwest jin xwe hilbijêrin û daxwaz ji wan kir jî. Lê wan xwe berbijêr nekirin. Ez nizanim ditirsiyan dengan neyînin yan na. Yekgirtû rê li ber wan negirt, lê ti jinekê xwe berbijêr nekir ji bo wergirtina wezaretekê. Êdî çetî çewtiya wan bi xwe ye”.

Bi nêrîna Hacî Karwan: “Ne girîng e jin di kabîneya nû de hebin yan nebin. Ya girîng ew e ku jin wek mêr e di aliyê îdarê de. Lê ger mebest ew be tenê jin yan mêr di hikûmetê de hebin, êdî ger nebe hêj baştir e”.

PDKê bi niyet e jinekê bike wezîr

Her çiqasî ti partiyekê nazmedên jin ji bo wezaretan nedaniye, lê li gor zanyariyên Rûdawê, PDKê bi niyaz e wezaretekê bide jinan. Amîne Zikrî got: “Min jî ev bihîstiye. Min hewldan kir ku PDK kandîdeke jin deyne. Di hemû partiyên siyasî de jinên bi şiyan hene. Em li vî welatî şirîk in”.

Li gor gotina Rêwas Fayeq, di nav refên YNK de gellek jinan xwe namzed kirine da bibin wezîr, lê: “Ji ber berberiya mêran nebûn wezîr. Ez bi ti awayî razî nabim ku tenê bêjim jinek di hikûmetê de heye. Divê jin bibin wezîr, jinên pirr hêja jene. Wek mînak yek ji wezîrên herî serkeftî bi nerîna me wek YNK, Asos Necîb bû”.

Li gor gotina Amîne Zikrî, deng nedana wan ji bo kabîneya nû, ji bil mafê jinan ne girêdayî tiştekî din e: “Em bi niyet in wek grûpa jinan li parlamentoyê proje yasayekê pêşkêş bikin. Çiku partiyên siyasî guh nadin mafên jinan, em dixwazin di hikûmetê de jî kota bê danîn”.

Endama parlamentoya Kurdistanê li ser lîsta PDK Vala Ferîd biryara xwe ya dawî nedaye ku deng bide kabîneya nû ya nede: “Ez deng bidimê yan nedimê kabîne dê pêk bê. Lewra min hêj biryara xwe ya dawî nedaye”.