Ebdulletîf Selefî: Kî piştgîriya giştpirsiyê neke ne kurdê resen e

17-06-2017
RÛDAW
Melayê Mizgefta Beheşt a Silêmaniyê Ebdulletîf Selefî
Melayê Mizgefta Beheşt a Silêmaniyê Ebdulletîf Selefî
Nîşan Mela Mizgefta Beheşt Silêmaniye Ebdulletîf Selefî Giştpirsî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Melayê Mizgefta Beheşt a Silêmaniyê Ebdulletîf Selefî got: “Kî nexwaze em serbixwe bin û ji bo vê jî hewl nede, diyare ku ew ne kurdê resen e.”

 

Piştî êrîşa ser Mizgefta Beheşt a bajarê Silêmaniyê, melayê vê mizgeftê Ebdulletîf Selefî ji Rûdawê re axivî û diyar kir, ku asayîşê beriya 3 salan jî ew agahdar kiriye daku hişyar be û xwe biparêze.

 

Selefî, ku bixwe jî di êrîşê de bi sivikî birîndar bibû, got: “Me jî ji asayîşê daxwaza pasevan û parêzvanan kir. Eger dibêjin bûdce nîne, me jî navê ji bo parastina me ti kesan erkdar bikin û pere bidin. Xizm û kesên me hene, dikarin bê beramber vî karî bikin. Lê divê bi awayekî yasayî, destûra çek hilgirtinê bidin. ”

 

Derbarê sedema êrîşa ser Mizgefta Beheşt û şexsê wî bi xwe, Mele Selefî got: “Em li hember terorîstan, li hember kesên dixwazin tevlêheviyê çêbikin, rastiyan dibêjin. Ev jî dibe sedem ku em bibin amanc. Weke gotina Omerê kurê Xetab, rizaya Xwedê liser be; gotina rastiyan dost ji me re nehişt. Bê guman em di serdemekî fîtne û fesadiyê re derbas dibin. Em di gotarên xwe de parastina nîştîman, pêşmerge û welatê xwe dikin, bê guman ev jî bê berdêl nabe. Lê êrîşên bi vî awayî tenê yek gav jî min paşve nabe.”

 

Ebdulletîf Selefî behsa kêliya avêtina bombeyê kir û daiyar kir: “Eger Xweda nexwaze, nabe. Bombe kete navbera min û feqiyê min. dema ket min jê re got, bombe ye û hişyar be. Bombe ber destê min teqiya lê ez bi sivikî birîndar bûm. Lewma ji mirinê natirsim.”

 

Mele Ebdulletîf Selefî derbarê giştpirsiyê de nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman:

 

“Ez weke bazarekî siyasî li mijara giştpirsiyê nanêrim. Karê min bi van bazarên siyasî nîne. Eger giştpirsî ji bo serxwebûna gelê kurd be, ji sedî sed ez piştgiriyê didim. Ne giring e ka dê Zeyd bike yan  Emîr bike. Her kî hez neke em serbixwe bin û ji bo vê hewl nede, diyare ku ne kurdê resen e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst