Raporta HDPê: Li Pirsûsê delîl hatine tunekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê bûyerên navçeya Pîrsûsê de raportek amade kir û ragihand ku alîgirên parlamenterê Ak Partiyê êrîşî malbata Şenyaşar kirine û 3 kes ji wan kuştine, herwiha delîl jî tune kirine.

 

Roja 14ê Hezîranê dema parlamenterê AK Partî yê Ruhayş Îbrahîm Xelîl Yildiz serdana dikandaran dikir rastî nerazîbûnê hat. Dikandar Esvet Şenyaşar ji parlamenterê AK parî xwest neyê dikana wî û paşî alozî derket û alîgîrên Îbrahîm Xelîl Yildiz teqe li dukandar kirin.

 

Di encama buyerê de Esvet Şenyaşar û herdu kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar hatine kuştin. Herwiha birayê parlamenterê AK Partiyê jî hate kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

 

Şandeke HDPê ya bi serokatiya Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDPê Ayşe Acar Başaran roja 15ê Hezîranê çû Pirsûsê û lêkolînek kir.

 

Raporta HDPê

 

Li gorî raporta şanda HDPê, li cihê bûyerê kamerayên çavdêriyê hebûne û herwiha bûyer li pêş çavê hemû dikandaran rûdane.  

 

Di raportê de tê gotin, ku roja 14ê Hezîranê  demjimêr 15.30ê li Kolana 1 Milyonvanan a Pirsûsê namzedê AKPê yê Ruhayê Îbrahîm Xelîl Yildiz û şanda li gel wî bi tevê pasevanên çekdar çûne serdana dikandaran. Îbrahîm Xelîl Yildiz xwestiye bikeve dikana Adil Şenyaşar lê Şenyaşar ev yek qebûl nekiriye û li ser vê yekê alozî derketiye. Li ser vê yekê pasevanan gule berdane Adil Şenyaşar û ew birîndar kirine.

 

Bi çek û kêran êrîş kirin

 

Li gorî raportê pasevan û xizmên Yildiz bi çek û kêran êrîşî Adil Şenyaşar kirine. Di vê kêlîkê de birayê Adil Şenyaşar, Ferît Şenyaşar li dikaneke kêlekê bûye û wî jî gule berdaye. Di encamê de birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Mehmet Şah Yildiz û kesekî din, bi tevê Celal Şenyaşar birîndar bûne. Kesên birîndar veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li wir birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz dimre.

 

Raport dibêje: “Li nexweşxaneyê Celal Şenyaşar û birayê wî Adil Şenyaşar ji aliyê xizmên Yildiz ve li pêş çavê bijîşkan bi kêran hatine kuştin. Herwiha bavê wan Esvet Şenyaşar dema tê nexweşxaneyê, xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz li wî didin û li wê derê ew jî canê xwe ji dest dide.”

 

Delîl hatine veşartin

 

Li gorî raportê xizmên Yildiz di heman demê de kamerayên li nexweşxaneyê şikandine û xwestine delîlan tune bikin. Li ser vê bûyerê gelek kesan şahidî kirine lê ji ber ewlehiya xwe nexwestine navê xwe bidin.

 

Di raporê de cîh dane axaftinên şahidhalan ku yek ji wan gotiye: “Polîsan pêşiya xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz negirtin. Ji ber tirsê ez neketim nexweşxaneyê, lê deng dihate derve û digotin; ‘Me kuşt, me kuşt.’ Ji hundir dengê çekan dihat. Paşî li çepikan dan û gule berdane hewayê. Polîsan jî gule berdane hewa. Polîsan wê demê kes destgîr nekirin.”

 

Xebatkarekî yê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kar dike ku nexwestiye navê xwe eşkere bike gotiye: “Demjimêr 15:50ê birîndarekî bi paşnavê Yildiz anîn nexweşxaneyê. Dema ew anîn nazmedê AKPê Îbrahîm Xelîl Yildiz jî li nexweşxaneyê bû. Li nav nexweşxaneyê û baxçeyê polîs hebûn. Me xwest Celal û Adil veguhezin nexweşxaneyek din, lê alîgirên malbata Yildiz rê nedan. Dest danîn ser kilîla ambûlansê û gule berdane tekerê wê û teqandin. Ajokarê ambûlansê bi kuştinê tehdîd kirin. Esvet Şenyaşar jî ji aliyê xizmên Yildiz ve bi tupa oksîjenê hate derbkirin. Kamareyên li beşa lezgîn hemû hatin xirabkirin.”

 

Serokê Odeya Tabîbên Rihayê Omer Melîk jî dibêje: “Piştî bûyerê em çûn serdana Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, piştî bûyerê çavdêriyên me kirî, ji bo bûyerên wiha rû nedin ti ewlekarî nehatine girtin. Ji bo dozger bûyerê lêkolîn bike delîl hemû hatine jêbirin, nexweşxane vegeriye qada şer. Her cih hatiye paqijkirin, ji bo parastina delîlan ti ewlekarî nehatiye girtin. Kamera hatine şikandin. Di hevpeyvîna me li gel hempîşe û xebatkarên tenduristiyê hatî kirin diyarkirin ku ti ewlekarî nehatiye girtin. Li gorî agahiyên me girtî, dema ku birîndar rakirine nexweşxaneyê komek ji 100 heta 150 kes ketine nava nexweşxaneyê, êrîşî birîndaran kirine, serê birîndaran jê kirine, dîsa bi tupên oksîjen û yên agirkujiyê li serê birîndaran hatine dayîn û her wiha gule li birîndaran hatine reşandin.”

 

Her wiha di raporê de wiha hate gotin: “Dîmanên kamereyên ku bav û kur Celal dema tên qetilkirin nehatine parastin. Dîsa şopên xwînê yên li beşa lezgîn beriya tîmên lêkolînê bên hatine paqijkirin. Şopên xwînê yên li ser dîwaran hatine jêrbirin û boya nû li ser hatiye dayîn. Hemû delîl hatine jêbirin. Di hevdîtinên li gel xebatkarên tenduristiyê hatine kirin hate diyarkirin ku hemû hatine tehdîtkirin û naxwazin baxivin.”

 

Di raporê de ev tişt jî hate gotin:

 

“Hewlda lînçkirinê ya li nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê Waliyê Riha, Qeymeqamê Pirsûs û Wezîr Eşref Fakîbaba ji aliyê şahidên ji derveyî nexweşxanyê tezbît kiribûn. Dîsa di saeta bûyerê de parlemeterê me Nîzamettûllah Erdogmûş di hevdîtin bi rêya telefon de Waliyê Rihayê bi x we jî li nexweşxaneyê bû.

 

Agahiyên ku şahidên bûyerê ji bo heyetê anî ziman, pir bi sosret bû. Zimanê ku çapemeniya alîgir û dijminane bi qasî wê zêdetir bi fikar û metirsîdar in. Ji bo ronîkirina vê bûyerê, di serî de bang li baroyan, Komeleya Mafê Mirovan û hemû rêxistinên mafê mirovan dikin ku werin lêkolîn bikin û bibin şopdarên bûyerê.”