Hewlêr (Rûdaw) - Îro dengdana derve ya hilbijartinên serokomarî û Parlementoya Tirkiyê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê birêvediçin. Lî Herêma Kurdîstanê navê 2 hezar û 500 welatiyan hatiye tomarkirin ku dikarin deng bidin.
Demjimêr 09.00ê îro danê sibê li Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Tirkiyê dest pê kir. Proseya dengdanê dê heta demjimêr 21.00ê şevê berdewam dibe.
Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karaçay jî jî Rûdawê re ragihand, ku li Herêma Kurdistanê mafê 2 hezar û 500 kesan heye ku dengê xwe bidin û got: “Em bi riya Rûdawê bang li hemwelatiyên xwe dikin, bila werin dengên xwe bikar bînin.”
Hilbijartinên Parlemento û Serokomariya Tirkiyê di 24ê Hezîrana 2018an de ye, lê dengdana li derveyî welat ji 7ê Hezîranê ve li nêzîkî 60 welatan dest pê kiriye û heta 19ê Hezîranê dê berdewam bike. Dengdana li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî tenê rojek e.