Li Westanê otomobîlek ket Gola Wanê: 2 mirî
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya Wanê otomobîla ji kontrolê şofêr derket û ket Gola Wanê. Şofêr û kesekî din ê di otomobîlê de bûn canê xwe ji dest dan.
Di navbera taxên Gorundu û Altinsaçê de otomobîla bi plakaya 65 AAU 430 a ku K.Y diajot ji kontrolê derket û ji 20 metre bilindahiyê firiya Gola Wanê.
Li ser agahdarkirinê ekîbên AFAD, Cendirme û Fermandariya Ewlehiya Peravê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Noqavanên Lêgerîn û Rizgarkirinê û Ewlehiya Noqbûnê ya Ewlehiya Peravê cenazeyên ajokar K.Y û kesekî din ê li ba wî derxistin.