Pasavanên êrişî Sînan Aygul kirine ji kar hatin dûrxistin

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Sînan Aygul Tetwan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pasavanên Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî, ku îro êrîşî rojnamevan û Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul kirin, ji kar hatin dûrxistin.

Îro saet derdora 15.30an de dema ku Sînan Aygul ji navenda bijîşkê ya diranan derdikeve rastî êrîşa Pasavanên Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî hat.

Di vîdeoya ku derbarê kêliyên lêdana Aygul hatiye belavkirin de tê dîtin ku dema Aygul dema dimeşe kesek bi bez tê paşve nêzîkî wî dibe û dest bi lêdana wi dike. Dema ku êrîş berdewam dike kesek li wê hewl dide Aygulê rizgar bike, lê kesekî ku demançe pê re heye, wî kesê ku dixwaze Aygul biparêze bi tundî ji wê derê dûr dixe.

Geylanî: Karmendê şaredariyê ji kar hat dûrxistin

Di demeke kurt de hat zanîn ku kesên Aygul derb kirine pasvanên Şaredar Mehmet Emîn Geylanî ne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, yek ji van kesan Yucel Baysalî ye ku di heman demê de karmendê şaredariyê ye û yê din jî polîs e ku ji aliyê parêzgariyê  ve hatiye erkdarkirin û navî wî Engîn Kaplan e.

Derbarê bûyerê de Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Bûyera îro ya li Tetwanê em gelekî xemgîn kirin. Karmendê me yê şaredariyê Yucel Baysalî ji ber bûyerê ji kar hat dûrxistin. Ez bi xwe bûyerê dişopînim.”

Daxuyaniya Parêzgariyê

Parêzgariya Bidlîsê ragihand ku der barê êrişa li dijî rojnamevan Sînan Aygul de polîsek û xebatkarekî Şaredariya Tetwanê d lêpirsîna edlî û îdarî dan destpêkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê de hat diyarkirin ku îro saet dora 15.15an de li Kolana Şeyhmuz Zirhlî ya Taxa Kulturê ya Tetwanê bûyer qewimî ye.

Polîsê pasavan Engîn Kaplan jî bi biryara Parêzgariya Bedlîsê ji kar hat dûrxistin. Her wiha hat îdîakirin ku ji bo Engîn Kaplan jî biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hatin gotin: "Di encama lêkolînê de Y.Byê xebatkarê Şaredariya Tetwanê ku tevlî bûyera derbkirina Sînan Aygul bûye û polîs E.Kyê tê gotin ku di pêşîlêgirtina bûyerê de kêmasiyên wî hene û tevgerên ne li gor pîşeya polîstiyê ne kiriye de demildest lêpirsîna edlî û îdarî dan destpêkirin, polîs ji kar hat dûrxistin. Lêpirsîna edlî û îdarî bi hesasiyet tê meşandin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst