Hevseroka PJAKê: Rûxana rejîma Îranê dê bibe sedema kaoseke mezin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyanê got, “Rûxana rejima Îranê dê hem li herêmê hem li cîhanê bibe sedema kaoseke mezin.

Hevseroka PJAKê Peyman Viyan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtikayê re axivî û îşaret kir ku rûxandina rejîma Îranê dê kaoseke mezin li herêm û cîhanê pêk bîne.

Şerê Îran û Îsraîlê bi tundî berdewam dike ji 13yê Hezîranê ve her du welat bi tundî êrişî navendên stratejîk ên hevdû dikin.

Peyman Viyanê li ser şerê Îran û îsraîlê aloziyên li Rojhilata Navîn got, "Tiştên ku li Îraq, Lîbya û Sûriyê çêbûn li Îranê jî bi awayekî cuda pêk tên.

Ev mijar hinekî jî bi rejîma Îranê ve girêdayî ye. Eger rejîm bêtir berxwe bide dê êriş zêdetir bibin.

Milên Îranê yên li derveyî welat hatine birrîn û di vê qonaxê de milên hundirîn jî yek bi yek tên armanckirin.

Gelek fermandar û rêveberên wan hatin kuştin. Paradîgmaya Komara Îslamî jixwe nakokî ye.

Zihniyeta Farsîzm nakokiya herî mezin e. Ji aliyekî din ve tîma rentiyer a di nav rejîmê de, rê li ber hêzên hişmend digire û siyasetê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn dike.

Krîza aborî hem gel hem jî dewletê gelek tengav dike. Li gel vê hişkesaliyeke mezin serdest e.

Tenê li bakur û li Zagrosê av heye. Tirsên wan ên ji pêlên koçberiyê yên mezin ji Îsfahan, Şîraz û Kirmanê hene.

Ev faktor û bandora êrişên dawî yên li ser gel dê mezin be. Rûxandina rejîma Îranê dê kaoseke mezin li herêm û cîhanê pêk bîne.

Ji ber vê yekê, ev mijar bi gelek baldarî tê birêvebirin. Ji aliyê din, mijareke cuda heye ku bi taybetî hêzên Kurd û hêzên dijberê rejîmê ye û divê bi awayekî taybet bê nirxandin."

"Li Îranê herî zêde Kurd rêxistinkirî ne"

Peyman Viyanê diyar kir ku li Îranê miletê herî rêxistinkirî miletê Kurd e wiha domand:

"Kurd li Îranê mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Wek ku rejîm îdia dike ew ne cudaxwaz in.

Niha li Îranê gelê herî rêxistinbûyî û baldar Kurd in. Hin hêzan hewl dan ku berxwedana Jin, Jiyan, Azadiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Di vê demê de me gelek hişyarî kir û helwesta xwe ya zelal nîşan da. Vê jî nîşan da ku Kurd çawa bûne hêza pêşeng a guherînên civakî û siyasî. Rêber Apo beriya zêdetirî 20 salan got, Kurdê Azad, nasnameya nû ya Rojhilata Navîn e.’

Divê rejîm baş bizane ku Kurd mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Kurd bi paradîgmaya xwe ya azadîxwaz berfirehtir difikirin û mafên xwe yên bingehîn dixwazin.

Em dê her dem li ser mafên xwe têbikoşin, ne girîng e şert çi bin. Kurd alîgirên birêvebirineke hevpar in ku formûlasyona wê tê nîqaşkirin, ne ya şer e.

Di heman demê de, Kurd xweparastina xwe dikin, xwedî hêza siyasî û rêxistinî ne. Em dest ji Kurdbûna xwe û mafên xwe bernadin. Wek ku Rêber Apo gotiye, 'Kurdbûn êdî rastiyeke garantîkirî ye.'

Em li dû heqîqetê ne û Kurdbûna me heqîqeta me ye."

“Xebata me li Rojhilatê Kurdistanê ye”

Hevseroka PJAKê li ser bangên dewleta Tirk ên ji bo çekdanîna PJAKê jî axivî û wiha got:

"Divê dewleta Tirk nirx û qîmeta bangê Rêber Apo bizane. Dewleta Tirk li gorî zihniyeta xwe ya kevn tevdigere. Divê îrade û hêza Kurdan nas bike. Em gihîştine vê astê. PJAK partiyek e ku li Îranê ji bo mafên Kurdan têdikoşe.

Çima dewleta Tirk PJAKê dike armanc? Li gelek welatan mirov bandora paradîgmaya Rêber Apo dibînin û nîqaş dikin. Ma dê dewleta Tirk mudaxeleyî wan hemûyan bike?

Ma dê mudaxeleyî hemû kesên ku li gorî vê paradîgmayê li Tehran, Afrîka an Amerîkayê têkoşînê dikin jî bike?

Ev rêbazên wan xelet e. PJAK li gorî felsefe û paradîgmaya Rêber Apo têdikoşe, xebata wê girêdayî xwe û Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Me eşkere got, carek din jî dibêjin, em dê têkoşîna xwe bidomînin û tiştê ji destê me tê em dê bikin.’

Zêdetirî salekê ye em gelek tiştên xwe dinirxînin, nîqaş dikin, biryaran digirin. Di her şert û rewşê de hêz û potansiyelê me heye. Divê dewleta Tirkiyê pêşî pirsgirêkên xwe çareser bike."