Nêçîrvan Barzani û Ebas Eraqçî: Divê civaka navneteweyî rola xwe bilîze

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefon axivîn.

Ebas Eraqçî û Nêçîrvan Barzanî û tekez dikin ku divê civaka navneteweyî di rawestandina çalakiyên leşkerî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan de rola xwe bilîze.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser axaftinê daxuyaniyek belav kir û got, "Pêşhatên dawî yên operasyon û rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera Îran û Îsraîlê de hatin gotûbêjkirin û derbarê bandor û encamên wê yên li ser herêmê dîtin û ramanên xwe anîn zimên.”

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hat gotin:

“Nêçîrvan Barzanî û Ebas Îraqçî li ser girîngiya parastina aramî û dûrxistina herêmê ji aloziyên zêdetir hemfikir bûn û tekez kirin ku divê civaka navneteweyî di rawestandina çalakiyên leşkerî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan de rola xwe bilîze.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di peywendiyê de her du aliyan behsa peymanên ewlehî yên di navbera Îraq û Îranê hatiye kirin û Serokê Herêma Kurdistanê pabendbûna Herêma Kurdistanê bi peymana navborî ducare kiriye.

Metirsiyên li ser îhtîmala mezinbûna zêdetir a pêşhatan û çend mijarên din ên berjewendiya hevpar, mijarên din a peywendiya telefonî bûn.

Axaftina telefonî ya Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye ku 13yê Hezîranê Îsraîlê bi tundî êrişî Îranê kir û Îranê jî bi tundî bi mûşekên balîstîk bersiv da Îsraîlê.

Îro 5 roj in her du welat di şer de ne.