Mesihî: Baweriya me tenê bi Pêşmerge tê

Mûsil (Rûdaw) – Mesihiyên bajarokî Elquşê ya Mûsilê, hêza Babîlon a ser bi Heşdul Şeîbeyê ve weke hê za nabînin.

 

Beşek ji mesihiyên Elquşê ji Rûdawê re diyar kirin hêza Babîlon ya ser bi milîsên şie ve  weke hêza xwe nabînin û dibêjin ji yekem roja ku DAIŞê êriş kirî û heta niha pêşmerge wan diparêzin.

 

Herwiha ew mesihiyên  wê deverên dibêjin, niha jî jixeynî Hêzên Pêşmerge baweriya wan bi ti hêzên din nîne.