BENDAVA TIŞRÎN - DAIŞê êriş kir

17-07-2016
RÛDAW
Nîşan Bendava Tişrîn DAIŞ. HSD
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Êrîşên DAIŞê ji aliyê Bendava Tişrînê ve berdewam in.


Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin ku careke din çekdarên DAIŞê hewl dan ji aliyê rojhilatê Bendava Tişrînê ve bi êrîşekê radin.


HSDê diyar kir ku êrîşa çekdarên DAIŞê li ser çend gundên rojhilatê Bendava Tişrînê gundên Qadiriye, Bîr Bekar, Kirdoşan, Uş Elşamî û Saykola Rojava pêk hatin.


Di encama vê êrîşa dawî de, li gorî HSD, termên 30 çekdarên DAIŞê di destê şervanên wan de ne û ev êrîş bi şikestinê bidawî bû.


HSDl herwiha nîşan bi wê yekê da ku berdewam hewldanên çekdarên DAIŞê hene ji bo encamdana êrîşan ji aliyê Bendava Tişrînê ve. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst