FLAŞ – Ji bo pêşmerge perwerdeya şerê psîkolojîk

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 2 salên şerê DAIŞê, hevpeymaniya navdewletî ji bo pêdana dersên şerê taybet û şerê psîkolojîk xûlek perwerdeyê ji bo pêşmergeyan vedike.

 

 

Ji destpêka şerê DAIŞê ve, rahêner û pisporên leşkerî yên welatên hevpeymanan bi berdewamî perwerde û rahênanên cûr bi cûr ên leşkerî didin Hêzên Pêşmerge.

 

Lê vê care wê perwerdeyek taybet bidin pêşmerge ku ev perwerde jî derbarê medya, şerê derûnî û şerê taybet e. 

 

Hate zanîn ku wê di destpêkê de 40 fermandar û karmendên Wezareta Pêşmerge beşdarê vê xûla perwerdeyê bibin.

 

Derbarê mijarê de Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgurd Hikmet ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku ev du sal in ji bo vekirina xûlek wiha li gel welatên hevpeymanan di nav hewldanê de ne û got:

 

“Hevpeymanan karîn di mijarên cûda yên leşkerî de perwerdeyê bidin Hêzên Pêşmerge. Lê di warê medyayî de ev yekemîn hewl e û despê dike.”

 

Helgurd Hikmet da zanîn ku wê roja Yekşemê (17-07-2016) ji bo fermandar û karmendên Wezareta Pêşmerge, di bûnya wezaretê de xûla yekem a perwerdeya li ser şerê derûnî û şerê taybet destpê bike.

 

Derbarê armanca sereke ya perwerdeyê de jî Hikmet wiha axivî:

 

“Kadroyên ragihandinê yên Wezareta Pêşmerge û lîwayan têbigehînin ku bikarin bi awayek profesyonelî û herweke artêşên welatên cîhanê bikarin kar bikin.”