Debax: Şanda YNKê sibe bi Larîcanî re dicive

17-07-2017
RÛDAW
Nîşan Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax YNK
A+ A-

Tehran (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê, Nazim Debax ragihand, şanda YNKê dê sibe bi Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî re bicive

 

Şanda YNKê bi serokatiya Cîgirê Sekrterê Giştî yê wê partiyê Kosret Resûl Elî îro bi Sekreterê Encumena Bilind  a Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî re civiya û derbarê pêwendiyên du alî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, referanduma Herêma Kurdistanê, rewşa Kurdistanê, Iraqê û pêşhatên li herêmê gotûbêj kirin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê, Nazim Debax derbarê serdana şanda YNKê ya bo Îranê û civîna îro yaw ê şandê ya li gel Elî Şemxanî de ji Rûdawê re ragihand: “Civîneke dostane bû, tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên Îranê û Herêma Kurdistanê hat kirin.”

 

Nazim Debax herwiha got: “Aliyê îranî tekezî li ser wê yekê kir, ku ew li gel yekparçeyiya Iraqê û mafên Kurd di çarçoveya destûra Iraqê de ne.”

 

Derbarê bernameya şanda YNKê li Îranê de jî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê destnîşan kir, şanda YNKê dê sibe roja sêşembiyê 18ê Tîrmehê bi Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî re bicive.

 

Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê, Elî Şemxanî di civîna li gel şandeke pilebilind a YNKê de amaje bi biryara sazdana referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, referandum dê bibe sedema lawazbûna Kurdistanê û Iraqê.

 

Êvariya duh yekşembiyê şandeke YNKê bi serokatiya Kosret Resûl Elî û endamîtiya Mela Bextiyar, Omer Fetah, Xesro Gul Muhemed û Bavil Talebanî serdana Îranê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst