Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 2 mehan cihê girtina rojnamevanê kurd Berzan Hisên hate peydakirin. Hate zanîn, ku Asayîşa Rêveberiya Xweser wî di girtîgeheke li bajarê Qamişloyê radigre.
Çavkaniyekê nêzîkî malbata rojnamevan Berzan Hisên ku bi navê “Berzan Liyanî” naskirî ye, ragihand ku piştî 2 mehan xizmên wî karîne cihê girtîgeha wî peyda bikin.
Li gorî heman çavkaniyê, ji roja Yekşema derbasbûyî asayîşê rê daku malbata Berzan da ku serdana wî bikin.
Hate zanîn, ku ew li girtîgeheke Asayişa Rêveberiya Xweser a li navçeya Nafkurê ya ser bi bajarê Qamişloyê ye.
Li gorî zanyariyan, Berzan nêzîkî mehekê li girtîgeheke Dêrikê bû, piştre hate veguhastin bo girtîgeha Nafkurê li rojavayê bajarê Qamişlo.
Tê zanîn ku berî çend rojan malbata Berzan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin û daxwazaa azadkirina Berzan kirin.
Rojnamevan Barznanî Liyanî sala 1973a li Girkê Legê ji dayik bûye û 4 zarokên wî hene.
Berzan Hisên Liyanî, roja 13.05.2017ê li Rimêlanê ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser ve, hatibû girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse