AMED - Îlaydaya 22 salî hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê Îlayda Alkaşa 22 salî ji aliyê hezkerê xwe ve hat kuştin.
Bûyerê êvara 15ê Tîrmehê li Taxa Şehîtlîkê rû da.
Li gorî nûçeya DHAye, dema ku Îlaydayê dixwest bikeve avahiya xwe, hezkerê wê yê 30 salî C.A. gule berdanê.
Îlayda di êrişêde bi giranî birîndar bû û li erdê ket.
Êrişkar C.A. ji cihê bûyerê reviya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê Îlayda Alkaş veguhast nexweşxaneyê lê ew nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir.
Tîmên tenduristiyê termê Îlaydayê ji bo kar û barên otopsiyê bir Saziya Tiba Dadî.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsîn hatiye kirin û polîs ji bo girtina êrişkar xebatên xwe didomînin.