Li Xarpêtê qeza, 2 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Depê li ser rêya Xarpêt û Çewlîgê otomobîlek ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên çûne cihê bûyerê ji otomobîlê 5 kes derxistin ku 2 kesan canê xwe ji dest dabû.
Tîmên tenduristiyê 3 kesên ku bi giranî birîndar bûne veguhastin nexweşxaneyê.