Îranê dîsa Sasan Çemenara girt
Hewlêr (Rûdaw) - Îranê careke din hunermendê Kurd Sasan Çemenara girt.
Sasan Çemenara xelkê bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ew yek ji girtiyên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî"yê bû careke din ji aliyê hêzên Îtilatê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat girtin û cihê ku ew hatiye veguhastin ne diyar e.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Sasan Çemenara êvara çarşemê ji aliyê hêzên Îtilata ve li Îlamê hatiye girtin.
Cewad Çemenarayê birayê Sasan bi rêya hesabê xwe yê Xê got:
"Sasan pêr ji beşa lêpirsînê ya Îlamê agahdariyek wergirtiye ku tê de bi 'bidestxistina neyasayî ya daneyan û sîstemên kompîterî û ragihandinê' hatiye tohmetbarkirin."
Sasan Çemenara ji bo xweparastinê parêzerek girtibû û îro dema ku ji bo dîtina wî parêzerî ji mala xwe derketiye ji aliyê 9 kesan ve hatiye girtin.